DYA ji nû ve dest bi alîkariya Ukraynayê kir

DYA ji nû ve dest bi alîkariya Ukraynayê kir

PeyamaKurd – Qesra Spî piştrast kir ku rêveberiya Donald Trump herikîna piştgiriya îstîxbaratî û alîkariya berevaniyê ji Ukraynayê re ji nû ve da destpêkirin piştî ku Kîev ronahiya kesk da agirbestek 30 rojî.

Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî (MGK) James Hewitt daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di hevdîtinên DYA û Ûkraynayê yên li Erebistana Siûdî de pêşketinên girîng çêbûn wan ji nû ve dest bi alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê kirin.

Piştgiriya îstîxbaratî û şandina leşkerî piştî nîqaşên di navbera Serok Trump, Cîgirê Serok J.D. Vance û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy de li Ofîsa Oval di 28ê Sibatê de hatin sekinandin.

Trump îdia kir ku Zelenskyy di hevdîtinê de "bêhurmetî ji gelê Amerîkayê re kiriye" û Zelenskyy jî got ku ji bo lêborînê bixwaze tiştekî xelet nekiriye.

Trump êvara Sêşemê ji Kongresê re axivî û got ku Zelenskiy ji wî re nameyek şandiye û Ukrayna amade ye ku peymana axên kêmendam îmze bike û beşdarî danûstandinên aştiyê bibe.

Ji aliyê din ve, Rêvebirê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) John Ratcliffe piştrast kir ku piştî gotûbêja Ofîsa Oval ya navbera Trump û Zelenskiy, wan bi awayekî demkî destek û şandina leşkerî bo vî welatî rawestandiye, lê tekez kir ku ev yek demkî ye.

Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff diyar kiribû ku Zelenskiy di nameyê de lêborîn xwestiye.

 
Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.