Welatên Ereb bi nûnerê Trump Witkoff re li ser ji nû ve avakirina Xezzeyê li hev kirin

PeyamaKurd – Wezîrên derve yên Ereb bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka Donald Trump bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff re li ser plana Misrê ya ji nû ve avakirina Şerîda Xezzeyê li hev kirin.
Wezîrên derve yên Misir, Erebistana Siûdî, Urdun, Qeter û Îmarat û nûnerê taybet ê Trump bo karûbarên Rojhilata Navîn Steve Witkoff îro Çarşemê 12.03.2025ê li Dohayê civiyan û helwesta welatên Erebî û plana Misirê ya ji bo nûavakirina Xezzeyê gotûbêj kirin.
Wezareta Derve ya Misrê di daxuyaniyekê de ragihand ku wezîrên derve yên Ereb li ser berdewamkirina şêwir û hevahengiya ligel Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff derbarê plana nûavakirina Xezzeyê de li hev kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku wezîrên derve yên Ereb tekezî li ser giringiya berdewamiya agirbesta li Xezzeyê kirine û li ser girîngiya hewlên rasteqîne ji bo bidestxistina aştiyeke adil û giştgîr li ser bingeha çareseriya du dewletan hevfikir in.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de gavên ji bo komkirina pereyên pêwîst bi taybetî ji bo jinûveavakirina Şerîda Xezzeyê hatin gotûbêjkirin.
Hefteya borî plana Xezzeyê ku tê de 200 hezar xaniyan tê çêkirin, di Lûtkeya Yekîtiya Ereban de hat qebûlkirin.
Rêberên ku pêşnûmeya deklerasyona plana ku Misirê amade kiribû qebûl kirin û tê de 200 hezar xaniyên nû li Xezzeyê tên çêkirin, li ser pêşniyareke alternatîf a plana nakokbar a Xezzeyê ya Serokê DYAyê Donald Trûmp li hev kirin.
Di daxuyanîya berê ya derbarê plana ku Misirê pêşnîyaz kiribû de, hatibû diyarkirin ku gelê Filistînê di pêvajoya jinûve avakirinê de wê li herêmên ewle yên Xezzeyê di malên demkî yên gerok de bên bicihkirin û Hamas jî wê desthilatdarîyê radestî Rêveberiya Xweser a Filistînê bike.





