Reuters: Rûsyayê şertên xwe yên aştiya li gel Ûkraynayê ji Amerîkayê re şandin

PeyamaKurd – Li gorî Ajansa Nûçeyan a Reutersê, Rûsyayê daxwazên xwe ji Amerîkayê re şandine, lê hîn ne zelal e ka çi tê ne û gelo Moskow ji bo aştiyê bi Ûkraynayê re amade ye yan na.
Di 3 hefteyên dawî de, karbidestên Rûsî û Amerîkî rû bi rû û bi rêya virtualê şert gotûbêj kirine.
Hat ragihandin ku daxwazên Rûsyayê dişibin yên berê, divê Ûkrayna nebe endamê NATOyê, hêzên biyanî neyên şandin wê derê, û Qirim li gel çar parêzgehên dagirkirî wekî beşekî Rûsyayê bêne naskirin.
Donald Trump çaverê ye ku Pûtîn agirbesteke 30 rojî qebûl bike, ku Zelenskî wê wekî destpêka danûstandinan dibîne, lê hat diyarkirin ku helwêsta Pûtîn li ser vê yekê ne zelal e.
Her weha serokê Rûsyayê îro cil û bergên leşkerî li xwe kirin û piştî 3 salan çû Kûrskê.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.




