Îsraîlê li Şamê Cîhada Îslamî ya Filîstînî bombe kir: Berpirsekî payebilind hat kuştin

PeyamaKurd - Radyoya artêşa Îsraîlê ragihand ku îro 13ê Adarê hêzên esmanî yên Îsraîlê êrîşî ser binkeyeke Tevgera Cîhada Îslamî ya Filîstînî li Şamê kir.’
Kanal 12 ya Îsraîlê êrîş piştrast kir û da zanîn, ew cihê bûye armanca êrîşê li Sûriyê, binkeyeke Cîhada Îslamî ye.
Ajansa Reutersê jî da xuyakirin ku îro 13 Adarê êrîşek li Şamê pêk hat û rêveberekî payebilind ê Fîlîstînî bûye armanca êrîşê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji 8ê Kanûna 2024an ve ango ji dema hilweşîna rejîma Esed ve, Îsraîlê gelek caran êrîşî Sûriyê kirye ku heta niha rejîma nû ya Sûriyê ti bersivek nedaye Îsraîlê. Herwiha hêzên Îsraîlê li Çiyayê Hermon ku 25 kîlomtre nêzî Şamê ye jî bicih bûne.
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.




