Rûsyayê bajarê herî mezin ê Kurskê ji nû ve sitend

Rûsyayê bajarê herî mezin ê Kurskê ji nû ve sitend

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku bajarê herî mezin Sûca ku di bin kontrola artêşa Ukraynayê de ye li herêma Kurskê ya li rojavayê Rûsyayê bi temamî hatiye kontrolkirin.

Wezaretê ragihand ku wargehên Melovoy û Podol jî ji nû ve hatine bidestxistin.

Serokê Navenda Dijî Dezenformasyonê ya Konseya Ewlekarî û Parastina Neteweyî ya Ukraynayê Andriy Kovalenko ragihand ku artêşa Rûsyayê bajarokê Sûca "hema bi temamî wêran kiriye".

Kovalenko ragihand ku bajar rastî êrîşên esmanî yên tund hat û got, tenê çend avahiyên sivîlan li bajêr mane.

 
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.