Pûtîn piştgirî da agirbestê û peyamek ji Trump re şand

PeyamaKurd – Berdevkê Koşka Kremlîn a Rûsyayê Dimitriy Peskov ragihand ku Pûtîn piştgiriya helwesta Serokê Amerîka Donald Trump a li ser çareseriya li Ukraynayê dike.
Nûnerê Taybet ê Serokê DYA Trump Steve Witkoff, ji bo agirbesteke 30 rojî ya li Ukraynayê gotûbêj bike serdana Rûsyayê kir û bi Pûtîn re hevdîtin kir. Peskov got ku Witkoff der barê agirbestê de agahî da û Pûtîn jî peyamek ji Trump re şand.
Peskov destnîşan kir ku hîn dema hevdîtina di navbera Pûtîn û Trump de nehatiye diyarkirin û dê piştî ku Witkoff agahiyan bide Trump biryar bê dayîn. Peskov got ku her du serok jî li ser pêwîstiya hevdîtinê hemfikir in.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, beriya niha ragihandibû ku Ukrayna amade ye pêşniyara agirbesteke demkî ya 30 rojî ya ku bi lezgînî bê cîbicîkirin qebûl bike.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.




