Koşka Sipî bo Hamasê: Esîran serbest berde an jî bedela wê bide

PeyamaKurd – Koşka Sipî li ser gotina Trump ku ji Hamasê re gotiye; ‘rehîneyan serbest berde an jî wê bedelên giran bide’, daxwuyanî da. Hem Trump ji nûnerên DYAyê yên Rojhilata Navîn re pêşniyar kir ku agirbesê dirêj bike û muzakereyan ji bo çareseriya mayînde bikin.
Nunerê taybet yê DYAyê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff û rêvebirê konseya ewlehiyê yê ji Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê berpirs Eric Trager roja Çarşemê li Doha ya payîtexta Qatarê pêşniyar kirin ku agirbesê piştî Remezanê jî dirêj bikin û wext bidin da muzakereyên ji bo agirbesa mayînde bên kirin. Di daxwuyaniyê de hat gotin:
“Li gor pêşniyarê; Hamas li gor formulên berê wê li beranberê berdana mehkûman esîran serbest berde. Di asta yekem de agirbes, ji bo çûna alîkariya mirovî bê dirêjkirin. Wê DYA di wexta agirbesê de bixebitiya da çareseriya mayînde bibe. Di rêya dostên me yên Qatarê û Misrê de, me xwest ku ev pir, ji aliyê Hamasê de bê danîn û hemwelatiyê DYA-Îsraîlê Edan Alexander ê ku di destê Hamsê de dîle, serbest bê berdan.
Li hemberê van pêşniyaran Hamas tiştên ku nabe bicîh werin daxawaz kir û Hamas difikire ku wext ji aliyên wan de, di leha wan de ye û qumarê dileyîze. Lê newsa ye. Hamas rojê dizane û eger ew roj derbas bibe, divê bê zanîn ku wê bersiva Hamasê bê dayîn”.
Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.




