TMSFê qeyûman danî ser 23 şîrket û Pozitifbank, Payfix û TV ya Flash Haberê

PeyamaKurd – Fona Sigortayê ya Tesarufê ya Tirkiyê (TMSF) di mijara bahisê ya nerewa û neqanûnî de, ji ber mal û pere qezenc kirine, dest danî ser 23 şîrketan ku di nav wan de Pozitifbank, Payfix û Flash Haber Tv jî hene. Hat gotin ku serokê wan Erkan Kork e û pêre 43 gumanbar xistine binçav.
Operasyon, ji aliyê serdozgeriya Îstenbolê de hat kirin ku gumanbar herwekî qumarê leyîstibin. Tewana wan ew e ku di rêya kirina sûcan de, pere an mal bidest xistine û di rêya bankayan de pere sipî kirine. Di nav bahisan de leystikên şans, leystikên fûtbolê hene ku bi heman qanûna ji bo wan leystikan tên tewankirin.
Ji bo perê nerewa sipî bikin, şîrketan kirîne û firotine û hem ji bo sipîkrina peran bankayan bikaranîne.
Serokê rêxistina sûcan û endamên wê xwediyê malin û dewletê dest danî ser 17 xanî, 9 arsa, 1 ofîs, 13 alav (erebe), hesabên wan yên şexsî, cuzdanên wan yên kripto, bi temamî 114 alavên an erebeyên 23 şîrketan ku qiymeta temaman dike 6 milyar û 900 milyon lira bi perê Tirkiyê.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.




