Piştî erdhejên li Konyayê vê carê Derya Sipî bi pileya 4,5 hejiya

Piştî erdhejên li Konyayê vê carê Derya Sipî bi pileya 4,5 hejiya

PeyamaKurd – Rêvebiriya AFADê ya Tirkiyê ragihand ku li Derya Sipî bi dereca 4,5 erd hejiyaye. Berya vê erdhejê jî, li bajarê Konyayê erdhej çêbûbûn.

Erdhej seet di 18.40an de û di kûrahiya 7,76 km.yan di bin erdê de çêbû.

Berya wê, li Konyayê li navça Kuluyê, seet di 14.44an de bi dereca 4,2 û bi dereca 3,6 erdheja duyem çêbûbû.

Erdheja li Derya Sipî, bandorê li xelkê Konyayê kir û xelk ket nav panîkê. Lê heya niha ji aliyê can û mal de ti zerarekî nehatiye ragihandin.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.