Li DYAyê kesên ji kar derxistibûn, Elon Musk protesto kirin

PeyamaKurd – Li DYAyê li bajarê New Yorkê karkerên ku di çarçova tedbîrên ‘kêmkirina meserfan’ de, ji ser kar hatibûn derxistin, yên dezgeya federal û destekvanên wan, li ber Federal Plazayê çalakiyan kirin. Çalakvan pankartên ku Elon Musk kiribûn hedefa xwe hildan ku Musk li ser serê beşa DOGE ye.
Çalakiyên kesên ji ser kar derxistine, li gelek bajaran dewam dikin ku di nav bajaran de Washington DC jî heye. Li ser pankartên di destê çalakvanan de tê gotin; ‘dezgeyên welat di bin êrîşê de ne’, ‘em ê raperînê bikin û li hemberê wan rawestin’, ‘Derbê rawestînin’ û ‘bera Musk bide’ nivîsandine.
Wezîfa Musk ewe ku serê DOGE ye. DOGE beşa giştî ya dewletê ye karkeran ji ser kar derdixe û girtina ser karan sînordar dike. Lewra Musk di hedefa çalakvanan de ye, ji ber karkeran ji kar derxistiye.
Dadgerekî, duhî biryarê da ku karmendên ji kar derxistine wan dagerîne ser karên wan lê Koşka Sipî bertekê nîşanî biryara dadger da û got ku dadger mudaxeleyê karê rêvebiriyê dike.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.




