Daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî li ser êrîşên Amerîkayê yên li dijî Hûsiyan

Daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî li ser êrîşên Amerîkayê yên li dijî Hûsiyan

PeyamaKurd – Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric got ku ew ji ber êrîşên ku Amerîka li ser herêmên di bin kontrola Hûsiyan de li Yemenê pêk tîne bi fikar in.

Stephane Dujarric der barê êrîşên Amerîkayê yên li dijî Hûsiyan de daxuyaniyeke nivîskî da.

Dujarric di daxuyaniya xwe de got, "Em ji ber êrîşên Amerîkayê yên li ser herêmên di bin kontrola Hûsiyan de yên li Yemenê, ku di encamê de kuştî û birîndar hene, bi fikar in. Herwiha em ji ber gefên Hûsiyan ên ji bo dewamkirina êrîşên xwe yên li ser keştiyên li Deryaya Sor, bi fikar in."

Dujarric banga "ragiriya herî zêde û rawestandina hemû çalakiyên leşkerî" derbarê zêdekirina aloziyan li herêmê kir, û got: "Her zêdebûnek din dikare aloziyên navçeyî zêdetir bike, tolhildanê zêde bike ku dikare aramiya Yemenê û navçeyê zêdetir bike û metirsiyên cidî li ser rewşa mirovî ya jixwe xirab li wî welatî çêbike."

 
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.