Yekîtiya Ewrûpayê banga kirina alîkariya Sûriyê kir

PeyamaKurd – Seroka komisyona Yekîtiya Ewrûpayê Usula von der Leyen di konferansa li Brukselê de axifî û banga alîkariya bo xelkê Sûriyê kir. Leyen, di konferansa 9em ya li ser Sûriyê de, soza desteka Sûriyê ya ji bo 2,5 milyar avroyê da. Leyen got:
“Em soza xwe ya alîkariya bo xelkê Sûriyê ji bo salên 2025 û 2026an derdixin 2,5 milyar Avroyî. Di vê rewşa nexweş ya Sûriyê de, ji her wextê bêhtir pêdiviya Sûriyê bi me heye. Sûriye welatekî nû ye. Êdî îro daxwaz û xeyalên xelkê Sûriyê hene. Hêviya Sûriyê piştî bi deh salan bi şûnde, dibe rastî.”
Von der Leyen, behsa bûyerên 6ê Adarê yên li Lazkiyê û Tartûsê kir û got:
“Divê rayedarên Sûriyê kesên van kiryaran kirin teslîmê edaletê bikin. Soza lihevkirina li ser parastina kêmneteweyan û ya avakirina hukumetekî berfireh, bo lihevkirinê gelek girînge. Ji ber wê, ji bo pêvajoya demkî biser bikeve, ji destê me çi were divê em bikin. Bo wê em li vê derê civiyane. Bila xelkê Sûriyê zanibe di her pengavê de em bi wan re ne. Girînge ku wezîrê karên derve yê Sûriyê Esad Hasan Şeybani di nav me de ye.”
Leyen, xîtabî Şeybanî kir û jê re weha got:
“Em dixwazin pêdiviyên xelkê we û ji bo avakirina dezgeyên dewletê ji we agahiyan bistînin. Di her pêngava we ya veguhestina siyasî de, em amdene bi were bimeşin. Ewrûpa amadeye çi bikeve serê, da bike.”
Von der Leyen got wê di rêza yekem de pêdiviyên mirovî û yên lezgîn bidin ber çav û got:7
“Em dixwazin başkirina sosyo-ekonomîk destek bikin. Veguhestina siyasî ya berfireh, em dixwazin destek bikin. Îsal 1,5 milyon Sûriyeyî dikarin dagerin welatê xwe. Niha 2 milyon kesên di nav Sûriyê de yên ser warên xwe rabûne, dikarin herin malên xwe. Îro em û welatên malxwe û dezgeyên NY ji bo em ji wan re bibin alîkar dixebitin. Pêdiviyên elektrîkê yên rojane, ava vexwarinê, xwendina zarokan ku herin dibistanan, ev hemû pêdiviyên jiyaneka zerbilinde.
Pêdiviya Sûriyeyiyan bêhtir bi destekê heye. Em îro bo sala 2025 û 2026an ji bo Sûriyeyiyên li welat û yên li herêmê, desteka xwe derdixin 2,5 milyar Avroyî. Pêdiviya wan bi bêhtir pere heye.”
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.




