Bruksel | Herêma Kurdistanê beşdarî Konferansa Bexşê li ser Sûriyeyê bû

Bruksel | Herêma Kurdistanê beşdarî Konferansa Bexşê li ser Sûriyeyê bû

PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî ji bo 9. Konferansa Bexşê ya li paytexta Belçîkayê Brukselê bû ku li ser Sûriyeyê tê lidarxistin.

Di roja 2yemîn a konferansê de Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgayî jî beşdarî konferansê bû.

Konferansa ku duh dest pê kir û li ser asta wezîrên derve hat lidarxistin, îro jî bi beşdariya balyoz û nûnerên welatan berdewam dike.

Dilawer Ajgayî got:

 “Em Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vexwendineke fermî beşdarî vê konferansê bûn. Em nêrînên xwe yên derbarê paşeroj û avakirina Sûriyeyê de bi civaka navdewletî re bi par ve dikin.”

Dilawer Ajgayî da zanîn ku hemû aliyên ku di warê aborî, siyasî, ewlekarî û civakî yên Sûriyê de xwedî gotin in ji bo vê konferansê hatine vexwendin û diyar ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de cih girt.

Dilawer Ajgayî diyar kir:

“Em li ser navê hikûmetê nêrîna xwe ya derbarê Sûriyeyê û nêrîna xwe ya derbarê bûyeran de tînin ziman. Ev nêrîn dê weke helwêsta fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê tomarkirin.”

Yekîtiya Ewropayê ji sala 2017an vir ve li Brukselê konferanseke bexşan ji bo Sûriyeyê li dar dixe. 

YE û welatên endamên wê alîkarî û bexşan dikin ji bo mêvandariya civakên li Sûriyeyê û herêmê.

Konferansa îsal bi sernavê “Li kêleka Sûriyê: Bicihanîna Pêdiviyên Veguhêzeke Serkeftî” dê bibe yekemîn konferansa ku hikûmeta Sûriyeyê (HTŞ) jî dê beşdarî wê bibe.

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.