Artêşa Iraqê: “Tehdîda Îsraîlê li ser me nîne”

Artêşa Iraqê: “Tehdîda Îsraîlê li ser me nîne”

PeyamaKurd – Berdevkê fermandariya giştî yê artêşa Iraqê Sabah Numan ragihand ku li ser Iraqê ti tehdîdekî ewlehiyê tine û hêzên ewlehiyê ji bo Iraqê biparêzin, bi temamî amadene. Sabah Numan bo Rûdawê ragihandiye:

“Li ser hewlên hukumetê, niha ti tehdîdeka ewlehiyê tine. Hewlên hukumetê, Iraqê, ji şerên herêmê û bê îstîqrariyê dûr hişt û encama xwe da. Hukumet pêngavên ji bo îstîqrarê bicîh bike avêtiye, kiriye ku Iraqê ji tehdîdên ewlehiyê biparêze. Di heman wextê de îstîqrara nav xwe û di gengeşiyên bi welatên cîranan re, kariye parastina Iraqê bike û di mijarê de biser ketine.”

Daxwuyaniya Sabah Numan piştî daxwuyaniya wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyîn hat dayîn ku di medya Iraqê da, hatibû belavkirin. Fûad Huseyîn gotibû:

“Me gelek peyaman girt ku hukumeta Siyonîst ya Îsraîlê plan kiriye ku êrîşan bike lê piştî têkiliyên bi Washingtonê û welatên din re, me kir ku Iraqê ji êrîşan dûr bihêlin.

Li herêmê tehdîd hene û ji ber rewşa me ya erdnîgariyê, eger şerekî li hemberê Îranê destpêbike, em ji bandora şer bi endîşene.”

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.