Benjamin Netanyahu: Em ê Rojhilata Navîn biguherînin

Benjamin Netanyahu: Em ê Rojhilata Navîn biguherînin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî êrîşên li ser Xezzeyê got, "Em ê Rojhilata Navîn biguherînin".

Netanyahu piştî binpêkirina agirbestê ji aliyê Îsraîlê ve û êrîşên li ser Şerîda Xezzeyê daxuyanî da.

Netanyahu diyar kir ku Îsraîl li dijî Hamasê vegeriyaye şerekî dijwar û wiha got: "Îstîxbarat û artêşa Îsraîlê vê rêbazê pêşniyar dikin."

Netanyahu got, "Hamas hemû pêşniyarên ji bo azadkirina dîlên din red dike."

Netanyahû diyar kir ku Îsraîl wê êdî bi hêzeke zêde li dijî Hamasê operasyonê pêk bîne û got, "Ji niha û pê ve wê muzakere tenê di bin gulebaranê de bên kirin. Ev tenê destpêk e."

Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.