Sedr: Îsraîl dê bigihêje sînorê Iraqê

PeyamaKurd – Lîderê Şîeyên Iraqê Muqteda El Sedr derbarê êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezeyê daxuyaniyek da.
Wî di peyama xwe ya li ser platforma Xê de bal kişand ser rewşa Xezeyê û weha got:
“Agahiyên me hebûn ku rewşa Xezeyê û heta li herêmên din ber bi ku ve diçe û me hişyarî da. Encamên hebûna dijminê siyonîst li herêmê wê nebaş be.”
Sedr diyar kir, “Dijmin bi piştgiriya Amerîkaya terorîst a nerazî dîsa dest bi bombebarankirina sivîlan û zarokan kir” û weha dewam kir:
“Gelek kes bê deng dimînin û tenê li şehîd, zarok û jinên Xezeyê temaşe dikin. Yan bi mûşekên terorîstên sîyonîst-amerîkî tên kuştin, yan jî ji ber dorpêçeke tund a navneteweyî bêyî tu astengên însanî û qanûnî dimirin.”
Muqteda Sedr di peyama xwe de bal kişand ser wê yekê ku rewşa niha ya li herêmê dê bibe sedem ku Filistîn careke din were firotin û bi vî awayî siyonîzm bi hêsanî li welatên îslamî û Erebî belav bibe û weha got:
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.“Di rastiyê de bi alîkariya ‘vir û wir’ ya ku berî her tiştî dijmin dixwaze, Îsraîl wê bigihêje sînorên Iraqê. Paşê jî poşmaniyê fêde nake.”





