Kurdistan û Bexda civînên li ser petrola Kurdistanê dewam dikin

Kurdistan û Bexda civînên li ser petrola Kurdistanê dewam dikin

PeyamaKurd – Komisyona petrol û gazê ya parlementoya Iraqê û rayedarên wezareta petrolê bo hinartina petrola Kurdistanê civiyan. Di civînê de hat ragihandin ku Iraq û Kurdistan li ser sê mijaran li hev nakin. Serokê komisyona gaz û petrolê ya parlementoya Iraqê Heybet Helbusi piştî civînê daxwuyanî da û got:

“Rayedarên aboriyê û hûqûqê yên wezareta petrolê, bi şîrketa bazarkirinê (firotinê) ya Iraqê SOMO re civiyan. Li gor rayedaran; bendene di hefta pêşiya me de sewqiyata petrola Kurdistanê destpêbike.”

Rayedarên Iraqê, ji Adara sala 2023an heya niha nahêlin ku petrola Kurdistanê îxrac bibe. Helbusi got:

“Li ser xala 12em ya budçê, hevdîtinên me dewam dikin û hevdîtin dê di hefta pêşiya me de dewam bikin.”

Di civînê de mijarên li serê diaxifin û divê ku nîzamekî bidin mijara îxracatê, hilberîna petrola Kurdistane, sewqiyat û teslimata petrolê. Divê her sê mijaran çareser bikin.

Ji bo hilberîna her varêlekî petrola Kurdistanê 16 dolar maliyet danîne û wê Herêma Kurdistanê rojane 400  hezar varêl petrolê bide şîrketa firotinê, SOMOyê. Endamê komisyona gaz û petrolê yê Parlementoya Iraqê Ali Meşkur jî ragihandiye ku bi terefê Kurdan re hevdîtin dewam dikin û weha dewam kiriye:

“Li ser xala budçê ya 12em muzakere dewam dikin. Di navbera Herêma Kurdistanê û hukumeta federal de pirsgirêk hene. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan komisyon xebatên xwe dewam dike. Yek ji pirsgirêkan li ser şîrketa fortinêye. Eger şîrket biryarekî serbixwe bide û biryar bibe sedema guhertina peymanan, wê ev tenê bibe mijareka teknîkî. Mijara duyem miqdarê petrolê yê ku li Herêma Kurdistanê tê serfkirin. Ya sêyem jî avakirina komisyonekî ya ji bo petrola ku tê sewqkirin e.”

Heybet Helbusi, ragihand ku hevdîtin dewam dikin, ji bo çareserkirina pirsgirêkan xebat dewam dikin lê ya girîng; destpêkirina îxracata petrolê ye û paşî dê pêngavên dinan bavêjin.

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.