Ji Civaka Kurd a Almanya Resepsîyona Newrozê: Serokwezîr jî beşdar dibe

PeyamaKurd – Civaka Kurd a li Almanyayê sibe 20ê Adarê li Almanyayê Resepsiyona Cejna Newrozê li dar dixe ku gelek kesayetên girîng beşdarî dikin.
Hate ragihandin ku Serokwezîrê Almanya yê ku biryare di demeke nêzîk de dest bi erka xwe bike Friedrich Mers, Wezîrê Hikûmeta Federalî ya Alman Cem Ozdemir, Serokwezîrê Eyaleta Brandenburgê Dietmer Woidke, Serokwezîrê Eyaleta Saktionia Angalt Reiner Haselhof û hejmarek siyasetmedar, dîplomat û kesayetên naskirî beşdarî resepsiyona Newrozê dibin.
Resepsîyona Newrozê li Balyozxaneya Îsraîlê birêve diçe
Resepsîyona Newrozê bi hevkariya Civaka Kurd a Almanyayê û Balyozxaneya Îsraîlê ya Berlînê tê lidarxistin.
Biryar e sibe 20ê Adarê li demjimêrên êvarê Resepsîyona Newrozê were lidarxistin ku dê li avahiya Balyozxaneya Îsraîlê ya Berlînê birêve biçe.
Wê Serokwezîrê Alman jî axaftinekê bike
Hate diyarkirin ku wê Serokwezîrê nû yê Almanyayê Friedrich Mers û Balyzê Îsraîlê Ron Prossor di Resepsîyona Newrozê de biaxivin.
Ruken Hatun Turhalli
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




