Kurdistaniyên bakûr li 10 navendan cejna Newrozê pîroz kirin

Kurdistaniyên bakûr li 10 navendan cejna Newrozê pîroz kirin

PeyamaKurd – Kurdistaniyên bakûr li bajar û navçên Wan, Çewlik (Bingol), Şirnex, Mûş, Mêrdîn, Nisêbîn, Stewr (savur), Bedlîs-Tatwan, Riha-Wêranşehir, Persûs (Suruç) û Bozhewa (Bozova)yê Newrozê pîroz kirin.

Hevaseroka DEM Partiyê Tülay Hatimoğulları li Wanê, hevserokê DEM Parytiyê Tuncer Bakırhan li Tetwanê tevî pîrozbahiyên Newrozê bûn.

Li bajarê Mûşê di pîrozbahiyê de wekîlê grûba DEM Partiyê Gülistan Kılıç Koçyiğit hebû. Li bajarê Şirnexê berdevkê DEM Partiyê Ayşegül Doğan axifî û got:

“Bo Kurd, Ereb, Tirk û milletên din nemirin pêwiste em bi hemû têbikoşin. Divê bi taybetî hun ji bo vêya têbikoşin. Yên şer rewestînin hun in. Jê re, hêza we û baweriya we jî heye. 50 sale em jiyaneka azad dixwazin û dixwazin serbilind bijîn….”

Cîriga serokê DEM Partiyê Ebru Günay, li navça Nisêbînê tevî pîrozkirina Newrozê bû û got:

“Kurd sed sale têkoşînê dide. Öcalan banga sedsalê kir. Bang, bo herkesiye. Rola xwe leyîst. Em jî guh bidin banga wî, li dora aştiyê û azadiyê bicivin û govenda xwe bigerînin.”

Parlementerê Çewlikê Ömer Faruk Hülakü, tevî pîrozbahiyên Çewlikê, parlementera Rihayê Dilan Kunt Ayan tevî Newroza Wêranşehrê bû. Parlementerê Mêrdînê Kamuran Tanhan di Newroza Stewrê de axifî. Parlementerê Mersînê yê DEM Partiyê li navça Bozhewayê, parlementerê Rihayê Ömer Öcalan li Persûsê (Sûrûc) axifîn. Parlementerê bajarê Rihayê Ferit Şenyaşar jî di axaftina xwe de got:

“Em ê Newroza sala 2025an bikin Newroza azadiyê. Şerê li Rojhilata Navîn digihê Tirkiyê. Em ê li hemberê şer têkoşîna xwe dewam bikin. 2 roj berê li Kobaniyê komkujiyekî hat kirin û 10 sîvîl hatin kuştin. Em komkujiya li Kobaniyê, bo temamê milletê Kurd qebûl dikin.”

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.