Neçîrvan Barzanî, bi balyozê Îtalyayê yê li Iraqê bi Nicolo Fontana re hevdîtin kir

Neçîrvan Barzanî, bi balyozê Îtalyayê yê li Iraqê bi Nicolo Fontana re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Herêma Kurdistanê li Erbîlê balyozê Îtalyayê yê li Iraqê Nicolo Fontana û heyeta bi wî re qebûl kir.

Di hevdîtinê de behsa têkiliyên navbera Îtalyayê yên bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re kirin. Li ser pêşdeçûnên li herêmê û hevkariyê axifîn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di ragihandina xwe ya bo hevdîtinê de got ku her dû teref li ser pêşdebirina têkiliyên duqolî û di sehayên cuda de daxwaza hevkariya zêdetir kirine. Barzanî, li ser avakirina hukumeta Herêma Kurdistanê ragihandiye ku pêvajo baş dewam dike.

Di hevdîtinê de balyozê Îtalyayê yê Herêma Kurdistanê jî hebû û behsa rewşa Sûriyê, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê û li ser hin mijarên din axifîne.

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.