Dadgehê dest danî ser şîrketa ku İmamoğlu ortaxê (hevpar) wê ye

Dadgehê dest danî ser şîrketa ku İmamoğlu ortaxê (hevpar) wê ye

PeyamaKurd – Serdozgeriya Îstenbolê li ser raporên MASAKê daxwaz kir ku dest deynin ser şîrketa bi navê İmamoğlu İnşaat Ticaret ve Sanayi A.Ş. İmamoğlu di şîrketê de ortaxe. Li ser daxwaza serdozgeriyê, Dadgeriya Silh Cezayê biryarê da ku dest deynin ser şîkrketê.

Serdozgeriya bajarê îstenbolê li ser mijarê daxuyaniyekî weha da û got:

“Serdozgeriya me di çarçova lêpirsîna dosya jimare 2024/228233 de di roja 19/03/2025an de, li ser raporên MASAKê, şîrketa ku Ekrem İmamoğlu ortaxê wê ye ya bi navê İMAMOĞLU İNŞAAT TİCARET VE SANAYİ ANONİM ŞİRKETİ, li ser daxwaza serdozgeriya me, dadgeriya Silh Cezayê biryarê da ku dest deynin serê. Bo raya giştî em radigihînin.”

Şaredarê Îstenbolê yê bajarê mezin Ekrem îmamoğlu bi sedema rêvebiriya rêxistina sûcan dike, bertîl û fesadiya di îhaleyan de, niha bi 84 hevalên xwe ve, li baregeha asayîşa îstenbolê di binçav de ye û îfadên wan digrin.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.