İmamoğlu: “Em ê ji vê pêvajoyê bi xwurtî derên”

İmamoğlu: “Em ê ji vê pêvajoyê bi xwurtî derên”

PeyamaKurd – Di wexta serê siba îro de, şaredarê bajarê mezin yê Îstenbolê Ekrem İmamoğlu binçavkrin û İmamoğlu di rêya parêzerê xwe de, peyamekî belav kir. İmamoğlu di peyama xwe de got:

“Kêfa min baş e. Bila kêfa herkesî baş be. Em ê ji vê pêvajoyê bi xwurtî derên. Ti tiştekî di ser îrada milletê de nîne û ji feraseta milletê ne mezintire. Îrada milletê ji kesekî mezintire.”

Bi İmamoğlu re biryara binçavkirina 106 kesan hatiye dayîn lê ji wan 22 kes heya niha neketine destê hêzên asayîşê. Di çarçova lêpirsîna ‘jimartina pera ya CHP’ê ku dîmen ketibûn ser çapemeniya Tirkiyê û ‘lihevkirina bajêr’ de, serdozgeriya Îstenbolê Ekrem İmamoğlu, Murat Ongun, Tuncay Yılmaz, Fatih Keleş, Ertan Yıldız, şaredarê navça Şişli Resul Emrah Şahan, cîgirê sekreterê şaredariya mezin Mahir Polat, serokê Enstituya Reformê Mehmet Ali Çalışkan bi temamî biryara binçavkirina 106 kesan da.

Hat ragihandin ku berya İmamoğlu bixin binçav, İmamoğlu di deftera xwe de weha nivîsandiye:

“Wê milletê me bersiva derewên tên kirin, kemîn, yên mafê xelkê dixwun û yên îrada xelkê didizin, bersiva wan bide. Ez ewilî emanetê Xwedê û paşî emanetê milletê xwe me.”

Sitendina îfada 84 kesên niha di bin çav de ne dewam dike.

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.