Kirêdarekî xwediyê xanî kuşt û 2 kargeh û malekî gulebaran kir

Kirêdarekî xwediyê xanî kuşt û 2 kargeh û malekî gulebaran kir

PeyamaKurd – Li bajarê Tirkiyê, li navça Serdivanê kirêdarekî bi xwediyê xaniyê xwe re ku xwediyê marketêye, pevçû û bi tivinga pompeyî lê xist û kuşt. Piştî kuştinê bi tivinga xwe li du kargehan û camên malekî xist û reviya.

Kujer li ser motorsîletê çû ku derê, teşqeleyekî çêkir û di adresa 5em de polîs ew girt. Kujerê bi navê Doğan G. (45) xwediyê xaniyê xwe yê bi navê Mehmet Bal kuşt û paşî avêt ser hevparê xwe yê berê û li kargeha wî xist. Paşî li marketekî dinê jî xist lê polîs karibû wî desteser bike.

Hat ragihandin ku bo 7 an 8 ciyan plan kiriye ku li wan bixe ji ber berê bi wan re kar kiriye û di navbera wan de mesela dan û sitendina pere heye. Niha,  li baregeha asayîşa navçê îfadên wî distînin.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.