"Amerîka dixwaze hevdîtinên nerasterast di navbera Rûsya û Ukraynayê de li Erebistana Siûdî pêk bîne"

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Ukraynayê yê Trump, Kellogg, diyar kir ku DYA plan dike ku di navbera nûnerên Rûsya û Ukraynayê yên li Erebîstana Siûdî de "danûstandinên nerasterast" pêk bîne da ku agirbestek tam pêk were.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump bo Ukraynayê Keith Kellogg di hevpeyvînekê de ligel rojnamevanê Amerîkî Glenn Beck got ku Amerîka plan dike ku "danûstandinên nerasterast" di navbera nûnerên Rûsya û Ukraynayê li Erebistana Siûdî pêk bîne da ku şert û mercên her du aliyan ji bo agirbestek tam fam bikin.
Kellogg got, "Em ê li Erebîstana Siûdî hevdîtinên nerasterast bikin, yên ku em jê re dibêjin komên teknîkî, ku her du alî tê de tên, di odeyên cuda de têne pêşwazîkirin û di esasê xwe de dibêjin, 'baş e, şertên we çi ne?' û paşê em berê xwe didin aliyê din û dibêjin, 'şertên we çi ne?'"
Kellogg got ku ev cure "dîplomasiya çûnûhatinê" bi mebesta bidestxistina agirbesteke tam e û bawer dike ku ew ê bibe gava yekem ber bi bidawîkirina pevçûnê li Ukraynayê.





