Sibê seet di 21.00an de wê Ekrem İmamoğlu bibin edliyê

PeyamaKurd – Şaredarê Îstenbolê yê bajarê mezin Ekrem İmamoğlu bi sedema gendelî (ruşwet) û terorê 3 roje xistine binçav û îfadên wî li baregeha asayîşa Îstenbolê distînin. Niha, sitendina îfadên İmamoğlu temam bû.
İmamoğlu îfadên xwe da û temamê tewanên di pirsan de hebûn, red kir. Lê wê di çarçova mijara terorê de jî îfadê wî bistînin.
Serdozgeriya Îstenbolê ragihand ku wê sibê İmamoğlu bibin edliyê û weha dewam kir:
“İmamoğlu bi sedema rêxistina bi armanca berjewendiyên xwe ava kiriye û alîkariyê daye PKK/KCKê, di bin çav de ye û wê si bê seet di 21.00an de bi hevalên İmamoğlu re hemûyan bibin edliya Îstenbolê ber dadgehê.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.




