Koşka Sipî: Îmaratê soza veberhênana 'zeka çêkirî' ya bi 1,4 trilyon dolarî da

Koşka Sipî: Îmaratê soza veberhênana 'zeka çêkirî' ya bi 1,4 trilyon dolarî da

PeyamaKurd – Koşa Sipî ragihand ku dewleta Îmaratan soz daye ku bi miqdarê 1,4 trilyon dolarî dê veberhênana zeka çêkirî bike.

Li gor ragihandina Koşka Sipî ya nivîskî; soza veberhênanê piştî hevdîtina serokê Amerîkayê Trump û şêwirmendê ewlehiya netewî yê Îmaratan Tahnun bin Zayid Al Nahyan ya li Ofîsa Owal de, ya di 18ê Adara 2025an de hatiye dayîn.

Wê veberhênan di nav 10 salan de bibe. Koşka Sipî got:

“Piştî civîna serok Trump û şêwirmendê ewlehiya netewî yê Îmaratan Al Nahyan, wê Îmarat, di nav 10 salan de li DYAyê bi serbilindî bi miqdarê 1,4 trilyon dolarî veberhênanê bike. Wê ev veberhênan di aboriya DYAyê de, di seha bingeha zeka çêkirî de, di enerjiyê û veberhênana DYAyê de, veberehênanan zêde bike.”

Veberhênan, wê ji aliyê navendên wan Abû Dabî şîrketên MGX, BlackRock, Microsoft û Global Infrastructure Partners (GIP), NVIDIA û xAIê dawet kirine da li Amerîkayê bingeha navenda doneyên nû yên nesla nû û bingeha zeka çêkirî ava bikin ku ji bo avakirina bingehê, 100 milyar dolar pere lazime û xwestiye bibin hevparên Hevpariya Avahiya Bingehîn ya Zeka Çêkirî (AIP).

Fona veberhênanê ya Îmaratan ya bi navê ADQ, ji bo veberhênana bi hevparê xwe yê DYAyê, bi Energy Capital Partners re, bo veberhênanê bo bingeha enerjiyê û navendên doneyan bike, wê 25 milyar dolar pere deyne ortê.

Hinek şîrketên Îmaratan wê veberhênana xwe li eyaleta Texasê di dezgeya îxracatê di ya Next Decade LNG de bikin û soz dane ku destekê bidin hilberîna gaza xwezayî û îxracata wê.

Her dû welat li hev kirine ku bo amadekariya mîneralên krîtîk garantî bikin, dê hevpariya karê madenê bikin.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.