El-Şara ji Rûsyayê daxwaza radestkirina Beşar Esed kir

El-Şara ji Rûsyayê daxwaza radestkirina Beşar Esed kir

PeyamaKurd – Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, Ehmed el-Şara, ji bo dadgehkirina Beşar Esad, ji Vladimir Pûtin re daxwazeke fermî şand ku wî radestî wan bike. 

Piştî têkçûna xwe ya Kanûna 2024, Esad reviyabû Rûsyayê û niha birêveberiya nû ya Sûriyeyê îadeya wî dixwaze.

 Hat ragihandin ku Kremlînê hêj bersiv nedaye vê daxwaza Ehmed el-Şara. 

TVya el-Erebiya ya Îmaratê got ku daxwaz gihîştiye Pûtin û ew di zextê de ye.

Her weha Ajansa Reutersê jî ragihand ku Sûriyeyê berê jî daxwaza radestkirina Beşar Esed kiriye, lê Rûsya bêdeng maye.

Hat diyarkirin ku îadeya Esed dibe ku bandora Rûsyayê li Rojhilata Navîn bihejîne, lê eger li Moskovayê bimîne jî krîzeke dîplomatîk wê bi Şamê re çêbibe.

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.