Ji Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê tetbîqata leşkerî

PeyamaKurd - Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li rojhilatê Dêrazorê tetbîqateke leşkerî encam dan.
Hate ragihandin ku li baregaha zeviya El-Omer a petrolê ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi beşdariya HSDê rahênanên leşkerî li dar xistin. Di tetbîqatan de helîkopterên Hevpeymaniyê li esmanê deverê geriyan.
Li gorî çavkaniyan, ev rahênan di çarçoveya bihêzkirin û zêdekirina amadekariyên hêzên hevpeymaniyê yên herêmê de hatiye lidarxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, bi taybet piştî hilweşîna rejîma Esed, hevpeymaniya navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike, bi sedan barhilgirên alavên leşkerî û lojîstîk gihandine Rojavayê Kurdistanê û li baregehên xwe bicih kirine.
Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.




