Aliyên Kurdistanî yên Rojava li hev kir

PeyamaKurd – Partiyên Kurdistanî yên Rojavayê Kurdistanê ragihand ku wan li hev kir û rêkeftineke dîrokî îmze kirin.
Di peymana rêkeftinê de ev xalên girîng derketin pêş:
Divê mafên siyasî yên Kurdan bêne naskirin.
Divê gelê Kurd û zimanê Kurdî di makezagona Sûriyeyê de cih bigirin.
Divê Sûriye bibe dewleteke demokratîk, piralî û nenavendî (federal).
Rêkeftin di navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de hate îmzekirin.
Ev yekem car e piştî nêzîkî 5 salan ku her du alî piştî şer û pevçûnan li hev civiyan.
Hate ragihandin ku civîna lihevkirinê di 18ê Adarê de, li baregeheke Amerîkî yali Hesekê, bi beşdariya nûnerê Amerîkî Scott Bowles hate lidarxistin.
Armanca peymanê ew e ku Kurd nexşerêyeke hevbeş amade bikin û şandeke yekgirtî ji bo danûstandinên bi rêveberiya nû ya Sûriyeyê re ava bikin.
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.




