Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Qeterê re hevkariya warê enerjiyê gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro li Qeterê, bi Wezîrê Dewletê yê Qeterê Seid bin Şirîde Kabî re civiya û herdu aliyan bihêzkirina pêwendiyên dualî di warê enerjiyê de gotûbêj kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Mesrûr Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Enerjiyê yê Qeterê ragihand, “Di civînê de danûstandin li ser bihêzkirin û berdewamkirina pêwendiyên dualî yên Herêma Kurdistanê û Qeterê di warê enerjiyê de hatin kirin.”
Mesrûr Barzanî, 24ê Adarê bi serdan û vexwandineke fermî gihîşt Doha ya paytexta Qeterê û bi Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdirehman al Sanî re civiya.
Serokwezîr Barzanî, herwiha hevdîtinek ligelSerokê Dezgeha Veberhênanê ya Qeterê Şêx Bender bin Mihemed al Sanî re jî kiribû.
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.




