Heyetên DEM Parti û DBPê seredana PYDê kirin

Heyetên DEM Parti û DBPê seredana PYDê kirin

PeyamaKurd - Heyetên DEM Parti û DBPê li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê seredana nûnertiya PYDê kirin.

Di heyeta DBPê de hevserokê partiyê Keskin Bayındır, ji DEM Partiyê berdevk û berpirsên karên derve Berdan Öztürk û Ebru Günay, parlementerê DEM Partiyê û hem rêvebirê îdarî yê meclisa Tirkiyê (TBMM) Saliha Aydeniz û endama Tevgera Jinê ya Azad (TJA) Adalet Fidan hebûn.

Heyet, ji aliyê nûnerê PYDê yê Herêma Kurdistanê Cavidan Kemal Hasan û endama giştî ya konseya PYDê Berivan Muhammed ve hatin pêşwazîkirin. Li gor ragihandina ajansa ANHAyê:

“Li ser banga serokê PKKê Abdullah Öcalan ya civaka aştiyê û demokratîk axifîne û balê kişandine ser rola partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ya di pêvajoya aştiyê û çareseriyê de. Armanca seredane ew e ku bi partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re li ser banga Öcalan, çareseriya pirsgirêka Kurd, hewla pêvajoya çareseriyê biaxifin û dan û sitendinan bikin.”

Hat ragihandin ku seredana heyetê perçeyekî ji seredana 15ê Sibatê ya ya Heyeta Îmraliyê ye ku seredana Herêma Kurdistanê kiribûn.

Her dû heyet ên DEM Parti û DBPê, îro di çarçova seredana xwe de seredana Tevgera Goranê kiribûn.

Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.