Medya Erebî: Peymana bi Mezlûm Ebdî re surprîzeke mezin bû!

PeyamaKurd – Medyaya Erebî nîqaşên li ser pêşnûmeya destûra Sûriyê ya rastî rexneyên tund hatiye û hewldanên rêveberiya demkî ya Sûriyê ya avakirina welêt dinirxînin. Li gorî nirxandinan surprîza herî mezin lihevkirina Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî ye ku karvedaneke mezin bi xwe re anî. Lê belê hewldanên bo Sûriyeya nû ku heman wekî rêbazên serdema rejîma Esed in jî bûn sedema rexneyan.
Peymana bi Mezlûm Ebdî re riye rizgarbûnê ji rêveberiya Şamê re vekir
Rojnameya El Nehar a Lubnanê dide zanîn, "Peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Şamê de hatiye îmzekirin, weke sûrprîzeke mezin ji sûriyeyan re hat ku bi trajediya xwînî ya li herêmên beravê mijul bûn."
Rojname bi bîr dixe ku peyman di demek ku tawanên komkujî û qirkirina etnîkî li dijî Elewiyan rêveberiya demkî hejand de, hate îmzekirin.
Herwiha tê gotin, "Peymanê hevsengiya wê vegerand û rêya rizgarkirinê da wê. Bi vê boneyê pîrozbahiyên girse hatin lidarxistin."
‘Şera rêbazên Esed kopî dike’
Rojnameya El Ereb a li Londonê li ser rewşa Sûriyeyê dibêje: "Ji ber tiştên ku niha diqewimin, Şokek mezin heye. Karîkaturên El Şera ku li kêleka serokê berê yê Sûriyeyê Beşar El Esed rûniştiye, hate belavkirin, di karîkatûrê de her du ezmûneke dibistanê pêk tînin, El Şera hewil dide rêbazên El Esed kopî bike. Tişta herî tirsnak ew e dema ku Şera got ku wî pêşbînî dikir ku kuştina sivîlan ji ber sedemên mezhebî an nasnameyê, pêk bên. Ma em gihan vê astê ku li welatên me jiyana kesan wiha erzan bibe."
Pêkhateyên Sûriyê ditirsin
Rojnameyê diyar kiriye, "Tişta ku em di vê kêliya awarte de li Sûriyeyê dijîn qonaxeke pir metirsîdar e ku tevliheviya ku Îslama siyasî, bi rûyên xwe yên Sunî û Şîe, bi qestî li herêmê çêkiriye û belav kiriye, nîşan dide. Vê yekê dilgiraniya pêkhateyên veguherandiye tirseke mezin, ev tirs jî rewa ye. Ev dîmenên ku herêmên peravê yên Sûriyeyê diyar didin, siberoja tarî ya welat nîşan didin."
Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.




