Ûrmiye / Girtiyekî Kurd bi awayekî bi guman canê xwe ji dest da

Ûrmiye / Girtiyekî Kurd bi awayekî bi guman canê xwe ji dest da

PeyamaKurd – Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Saziya Mafê Mirov a Hengawê ve hatine belavkirin, Kamiran Kazimî (38) ji Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê, di navenda polîsan de a bi navê “Agah” de ya rejîmê Îranê ya li Ûrmiyeyê, bi awayekî bi guman canê xwe ji dest da. 

Hat ragihandin ku Kamiran Kazemî di dawiya meha Sibata 2015an de bi tohmeta “talankirina mala berpirsiyarê girtîgeha Ûrmiyeyê” hatibû girtin û piştî wê demê neqlî rêveberiya polîsan a Agahê hatibû kirin. 

Paşê, ew bo hicreya yekkesî ya girtîgeha Ûrmiyê hatibû hinartin û piştî hefteyekê dîsa vegerandibûn navenda Agahê. 

Rayedarên polîsê Ûrmiyeyê ji malbata wî re ragihandine ku Kamîran bi vexwarina heban hewl daye xwe bikuje û bi vî awayî canê xwe ji dest daye. 

Lêbelê, çend girtiyên din ku di heman demê de li wê navendê bûn, vê daxuyaniyê red dikin û diyar dikin ku ew di encama îşkenceya giran a ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin. 

Li gorî raporta Hangawê, ev bûyer, di nîvê meha Çile ya sala 2025an de qewimiye û bûye mijara nîqaşên cidî derbarê rewşa girtiyan de.

 

Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.