Îstîxbarata Îranê li bajarên Mehrestanê û Çabaharê 4 kesên Belûcî desteser kirin

PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Sîstan û Belûcistanê li bajarên Mehrestan û Çabaharê sîxurên beşa îstîxbaratê 4 kesên Belûcî yên bi navên Mansur Kerimzai, Muhammed Askani, Meysam Kerimzai û Behroz Kerimzai girtin.
Rêxistina mafê mirovan ya bi navê Hengawê di rapora xwe de got ku di 26ê Adar a 2025an de, 2 kes ji wan ji bajarê Mehrestanê ji de devera Asharê yên bi navên Muhammed Askani (20) û Behrouz Kerimzai hatine girtin.
Rojek berya wan jî, di 25ê Adarê de, ji bajarê Mehrestanê Meysam Kerimzai li bajarê Çabaharê ji aliyê îstîxbarata Îranê de hatiye girtin. Di 24 ê Adarê de Mansour Karimzai jî, li bajarê Mehrestanê li devera Asharê hatiye desteserkirin.
Piştî girtina wî çend seet bi şûnde, Behroz Karimzai serbest berdan lê Mansour Karimzai, Mohammad Askani û Meysam Karimzai birine ciyekî nediyar.
Tevî hewldanên malbatên wan, ti gahî li ser rewşa wan û wan birine ku derê, nedane malbatên wan.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.




