Îranê bi rêya dîplomatê Swîsrî nota da Amerîkayê

Îranê bi rêya dîplomatê Swîsrî nota da Amerîkayê

PeyamaKurd – Rêveberiya Îranê, piştî gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump bo Îranê û êrîşên Îsraîlê li ser Xeze, Sûriye û Lubnanê, bang li meslehetguzarê Swîsre yê Tehranê kir û bi rêya wî notaya hişyarkirinê da Amerîkayê.

Hêjayî gotinê ye, meslehetguzarê Swîsre yê Tehranê herwiha danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de birêve dibe.

Wezareta Derve ya Îranê bang li wî berpirsê Swîsrî kir û ji bo êrîşên Îsraîlê û helwesta Amerîkayê hişyarî da û ragihand, ger êrîşek were ser Îranê jî ew dê bilez bersivê bidin.

Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.