Îranê, li Kendava Basrayê dest danî ser 2 tankêrên petrolê yên biyanî

PeyamaKurd – Dewleta Îranê li Kendava Basrayê dest danî ser 2 tankêrên petrolê ku îran dibêje petrola di tankêran de qaçax e. Di her du tanker ên bi navên 'Star 1' û 'Vintag' de, ji 3 milyon lîtreyî bêhtir petrol di wan de heye, dest danîne ser wan û 25 kesan jî binçav kirine. Li ser operasyonê artêşa Îranê di daxwuyaniya xwe de got:
“Vê sibê, di operasyona li Kendava Basrayê de, girêdayê şebeka karê qaçax yê petrolê dikin de, me dest danî ser du tankêrên petrolê yên biyanî yên bi navên 'Star 1' û 'Vintag' ê. Di wan de ji 3 milyon lître bêhtir petrola qaçax me bidest xistiye û me 25 muretebatan destser kiriye.”
Nehat gotin bê tankêrên petrole yên kîjan dewletîne, wê biçûna ku derê û muretebatên wan ji kîjan neteweyîne. Keştî bi agahiyên îstîxbaratê hatine tesbîtkirin û di encama têkiliya bi meqamên darazê re, bo petrola di wan de vala bikin, wê bibin lîmana bajarê Bûşehrê.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.




