Hejmara miriyên erdheja Myanmarê 2 hezaran derbas kir: WHOyê banga alîkariya lezgîn kir

Hejmara miriyên erdheja Myanmarê 2 hezaran derbas kir: WHOyê banga alîkariya lezgîn kir

PeyamaKurd – Hejmara miriyên di erdhejên bi tundiya 7,7 ûu 6,4 ên welatê Myanmarê de can dabûn, gihîşt 2 hezar û 56 kesan.

Rêveberiya leşkerî ya Myanmarê ragihand ku di encam erdhejên roja Înê rû dabûn de, heta niha 2 hezar 56 kesan can daye û hefteyekê jî şîna netewî hatiye ragihandin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirina ji bin kavilan berdewam dikin û hejmara birîndaran jî gihîştiye 3 hezar û 900 kesan.

Li aliyê din Rêxistina Tenduristiya Cîhanê WHOyê jî bangewazîyeke lezgîn li welatan kir ku 8 milyon dolaran ji bo mexdûrên erdheja Myanmarê alîkariyê bikin.

Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.