Netanyahû li ser girtina 2 alîkarên xwe daxuyanî da

Netanyahû li ser girtina 2 alîkarên xwe daxuyanî da

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, li ser girtina du alîkarên xwe bi hinceta lêpirsînekê, daxuyanî da.

Netanyahu di daxuyaniya vîdyoyî de got, “Min gotibû, ger îfadeya min bê xwestin, amade me biçim îfadeyê bidim. Lê belê tevî ku awayê wê nizanibim jî têgihîştim ku lêpirsîneke siyasî ye.”

Netanyahu ji bo girtina herdu alîkarên xwe jî got, “Niha Yonatan Orech û Elie Feldstein rehîn têne girtin. Li holê ti dozeke nîne, ti tiştek tune ye, tenê nêçîreke siyasî ye û ne tiştekî din e.”

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.