Îranê li Besrayê dest danî ser 60 hezar lître sotemeniyê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên Îranê bi Kendava Besrayê bi hinceta ku qaçaxiya sotemeniyê dikin, dest danî ser du keştiyan.
Herwiha hate diyarkirin ku 18 keştiyên din ên geştiyaran jî xebata wan hate betalkirin.
Li gorî ragihandina Fermandarê Pasavanên Sînor ên Îranê Ebdullah Husrevî, di operasyonê de du keştiyên 60 hezar sotemaniya qaçaxî di wan de hatine desteserkirin û hejmarek kes jî hatine girtin.
Îranê doh jî ragihandibû ku wan dest daniye ser du keştiyên tankerên sotemeniyê yên biyanî û tevî 25 karmendên wan hatine desteserkirin. Li gorî rayedarên Îranê zêdetirî 3 milyon lître sotemenî di wan keştiyên barhilgir de hebû.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




