Peskov: “Putin, bo têkiliyên bi Trump re, her wext amade ye”

Peskov: “Putin, bo têkiliyên bi Trump re, her wext amade ye”

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlinê Dimitry Peskov ragihand ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin, her wext amadeye ku bi Trump re têkiliyan deyne. Bo têkiliyên duqolî yên bi Amerîka re, xebat dewam dikin. Paskov got eger pêwist be, Trump her dem, di wextekî kurt de bi Putin re dikare biaxife. Paskov weha dewam kir:

“Putin bo têkiliyan her wext amadeye. Têkiliyên me bi DYA re, di dema rêvebiriya berê de, bi awayekî ciddî zerarê dîtin. Bo têkiliyan sererast bikin, bi terefê DYA re xebatên me dewam dikin.

Tevî serokê DYAyê Trump do gotibû ji ber rexneyên Putin yên bo serokê Ûkraynayê bo Zelenskiy gelek aciz bûye jî, xebatên bo pêşdebirina têkiliyên her dû rêvebiriyan dewam dikin. Eger pêwist be, di demekî kurt de, em dikarin di navbera Trump û Putin de, rêya axaftina bi telefonê amade bikin.”

Peskov li ser îhtîmala agirbesekî bi Ûkrayna re got:

“Em dixebitin hinek fikrên di mijarê de bixin nav pratîkê û ev xebat dewam dike lê heya niha tiştekî em bêjin an tiştekî ku divê em nebêjin, tine. Îhtîmale ev yek, ji ber tevliheviyê wext bixwe.”

Peskov, her weha di mijara hevdîtina ‘elementên axê yên nadir’ de got ku qasidê veberhênanê yê Putin, di mijarê de, bi DYA re dest bi hevdîtinan kiriye lê heya niha ti tiştekî taybet li ortê tine lê di mijarê de eleqe heye. Eleqe dualiye ji ber proje bo berjewendiyên hevpar e.

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.