Di sê qezayên cuda de 2 kes mirin û 10 kes birîndar bûn

Di sê qezayên cuda de 2 kes mirin û 10 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Konya ya Anedolê li navça Derebucakê di qezayê de otomobîla ku di helan de çû jêr, ji heman malbatê 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn. Qeza, bi sedema wendakirina desthilata ser erebê ya ajotvan çêbû.

Qeza, li ser rêya Beyşehir-Antalya çêbû û di helan de 20 metre çû jêr. Tîmên tenduristiyê dema kontrola kesên qeza kirine kirin, dîtin ku jinekî û zilamekî li ciyê bûyerê can dane.

Birîndarên bi navên Akın Y., Erdoğan Ü. û Fatmanur Y. bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya navça Beyşehirê.

Nisêbîn:

Li navça Nisêbînê ya bi ser bajarê Mêrdînê, di qeza otomobîlê de 4 kes birîndar bûn. Di wexta du otomobil li hev ketin 2 ji wan zarok 4 kes birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Nisêbîn-Midyadê qewimî. Di qezayê de Derya K. (50), Sibel E. (24), Baran K. (6) û Aram K. (4) birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Nisêbînê.

Sêrt:

Li bajarê Sêrtê li navça Misircê (Kurtalan) ereba bazirganî wergeriya û di encamê de 3 kes birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Misircê û ji wê derê birin nexweşxana lêkolînê û perwerdê ya bajarê Sêrtê.

Kesên di qezayê de birîndar bûne; E.N, S.P. û E.Y. ne.

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.