Polonya bi 2 milyar dolarî sîstema Patriotan ji DYAyê dikire

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê dewleta Polonyayê Wladyslaw Kosiniak-Kamysz ragihand ku wê bi DYA re bi bihayê 2 mîlyar dolarî peymana kirîna sîstema bergiriyê ya Patriotan îmza bike. Di peymanê de xalên lojîstîk, perwerdê û desteka teknîkî jî heye.
Wezîrê Polonyayê got ku ti bedela ewlehiya seha hewayî ya Polonyayê tine û bo wan berya her tiştî bergiriya sîstema fuzeyan û hevkariya bi DYA re heye.
Wezareta bergiriya Polonyayê got ku bicîhanîna peymanê, wê bingeha amadekariya operasyonel ya rampayên Patriotan bike. Wê ev bername bi yên din re, wê ber li fuzeyên ku şiyanên wan yên manewrayên wan bilinde re û bi fuzeyên menzîla wan kurt yên balistik re serî derên.
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.




