Li Agiriyê qeze çêbû: Kesekê can da û 7 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navçeya Zêtkayê (Eleşkirt) a Agiriyê otomobîl û wesayîteke din li hev qelibîn, kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.
Wesayîta ticarî a ku Huseyîn Y. diajot û otomobîla ku Kenan K. diajot li nêzî gundê Ebûzêt (Guneykaya) yê li ser riya Agirî-Erziromê li hev qelibîn.
Li ser îxbara ku ji teref Navenda Telefonên Lezgîn a 112an va hat dayîn ekîbên tenduristiyê, cendirme û AFADê yên Agirî û Eleşkirtê sewqî herêmê hatin kirin.
Di qezayê de Nîlûfer Y. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Ajokar û rêwiyan Ebru K., pitik Alî K., Mustafa K., Kubra A. û Zeynep A. birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya li Agiriyê û Nexweşxaneya Dewletê ya li Zêtkayê.
Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.




