681 Iraqiyên din jî ji Kampa Holê neqlî Iraqê hatin kirin

681 Iraqiyên din jî ji Kampa Holê neqlî Iraqê hatin kirin

PeyamaKurd – Bi rêkeftina di navbera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de, 681 kesên din jî ku ji 168 malbatên Iraqî pêk tê, îro ji Kampa Holê ya li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ber bi Iraqê ve derketin rê.

Hate ragihandin ku ev koma vegerê ya 7emîn e ku ji destpêka sala 2025an ve, piştî rêkeftinê ji vê kampê neqlî Iraqê tê kirin

Jêderekî fermî ji Kampa Holê ragihand ku ev veger ji rêkeftina di navbera Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de gavek e ji bo hêsankirina vegera hemû welatiyên Iraqî ber bi welatê wan ve.

Wî her weha destnîşan kir ku 681 kes serê sibê roja şemiyê bi kordîneya Rêvebiriya Xweser ji kampê derketine.

Di 12ê Adarê de jî 161 malbatên Iraqî ku bi tevahî 600 kes bûn, ji Kampa Holê neqlî kampa El-Cedayê ya li Mûsilê hatibûn kirin.

Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.