Dadgeha Îranê Kurdekî Sine ya Rojhilat ceza kir

Dadgeha Îranê Kurdekî Sine ya Rojhilat ceza kir

PeyamaKurd - Malpera Dengê Girtiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ragihand, Dadgeha Şoreşê ya Sine ya Rojhilatê Kurdistanê cezayê girîgehê li kurdê bi navê Binyamîn Rehîm Pûr ê 35 salî birî.

Hate diyarkirin ku Binyamîn Rehîm Pûr ê ji Sine ye bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê û piştevanîkirina komên muxalîf’ hate cezakirin.

Hêjayî gotinêye ku Binyamîn Rehîm Pûr bavê 2 zarokan e û 22yê Çileya îsal ji aliyê hêzên Îtlaatê ya Îranê ve bêyî fermana dadwer li cihê karê xwe hatibû binçavkirin. Piştî 10 rojan di hucreya yek kesî de ma, bi berdêl û demkî hatibû berdan.

Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.