Cesedê Sedat Karagöz ê di çemê Dîcle de wenda bû, hat dîtin

Cesedê Sedat Karagöz ê di çemê Dîcle de wenda bû, hat dîtin

PeyamaKurd -  Li bajarê Amedê li navça Sûrê agahî dabûn hêzên ewlehiyê ku kesê bi navê Sedat Karagöz ê 48 salî di çemê Dîcle de wenda bûye û piştî gera lê ji aliyê AFADê, polîs û tîmên tenduristiyê de, cesedê wî dîtin. Karagöz li dora Kırklardağıyê wenda bûbû û xeberê dabûn polîsan.

Tîmên navborî di çem de lê geriyan û di encamê de cesedê wî dîtin. Cesed, bo otopsiyê birin morga nexweşxana dewletê ya Selahattin Eyyubi.

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.