12 zarokên Kurd ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê de hatin tehdîd kirin

12 zarokên Kurd ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê de hatin tehdîd kirin

PeyamaKurd – Îstîxbarata beşa bajarê Urmiyê ya Îranê, bangî 12 zarokên Kurda kir û wan tehdîd kir. Li gor ragihandina Hengawê; zarokên ku îstîxbarata Îranê gazî wan kiriye û wan tehdîd kiriye; Metin Jafari, Pejman Jafari, Sina Khaliani, Yousef Qalandari, Yousef Alirezaei, Milad Abdilzadeh, Matin Abdilzadeh, Cihad Alirezaei, Faisal Alirezaei, Mani Tavareh, Farzin Khobi û Akam Qorbantaj in.

Li gor agahiyan; li ser pîrozkirina Cejna Newrozê li bajarê Urmiye li nahiya Zêwê- Mêrgewerê baregeha leşkerî bangî wan kiriye û her 12 zarokên Kurd temenê wan di bin 18 salê de ne.

Li gor rapora Hengawê; 12 zarok li gundê Manasê dimînin û îstîxbarata li baregeha nahiya Zêwê bangî wan kiriye û wan tehdîd kiriye.

Piştî di nav çend seetan de îfadên wan digrin, zorê didin wan û bi îmzakirina sozên nivîskî ku ji wan distînin, wan serbest berdidin.

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.