Li Rojhilatê Kurdistanê 2 qeza: 6 mirî û 5 birîndar

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li eyalata Kirmanşahê û Loristanê di encama 2 qezayên trafîkê de, 6 kes mirin û 5 kes birîndar bûn. Rayedar ragihandin ku qeza bi sedema lezkirina zêde çêbûn e.
Li eyaleta Kirmanşahê li ser rêya Cuwanro - Selasi Bawacaniyê 2 otomobîl li hev ketin. Serokê Heyva Sor ya Kirmanşahê Efşîn Yegane, di daxwuyaniya xwe de got:
“Di encama qezayê de 4 kes mirin û 3 kes birîndar bûn.”
Di heman rojê de li eyaleta Loristanê li ser rêya Kuhdaştê otomobîlekî û kamyonekî li hev ketin. Polîsê Loristanê ragihand ku di qezayê de 2 kes mirine û 2 kes jî birîndar bûne.
Li gor rêjeyên encamên qezayên trafîkê; li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê di navbera 21ê Adar a 2024 û 21ê Adara 2025an de, di qezayên trafîkê de 20.045 kes mirine.
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.




