Herêma Kurdistanê û Îran 55 girtiyan bi hev diguherin

PeyamaKurd – Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê biryar dane ku 55 girtiyên xwe bi hev biguherînin.
Îhsan Baban, Rêveberê Giştî yê Girtîgehên Herêma Kurdistanê, îro 26ê Adara 2025an daxuyand ku bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 55 girtiyên îranî yên li Herêma Kurdistanê – Iraqê tên girtin, dê ji Îranê re bên şandin.
Baban eşkere kir ku ji van girtiyan 31 li girtîgeha Silêmaniyê û 24 jî li girtîgeha Hewlêrê ne, û ew ê radestî Komara Îslamî ya Îranê bên kirin.
Herwiha wî got, di berdêla vê de, 55 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ku li Îranê hatine cezakirin, dê ji aliyê Îranê ve radestî Herêma Kurdistanê bên kirin.
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.





