BCFê di meha rojiyê de alîkariyên xwe zêde kirin

BCFê di meha rojiyê de alîkariyên xwe zêde kirin

PeyamaKurd – Serokê Weqfa Alîkariyê ya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed ragihand, Weqfa Alîkariyê ya Barzanî di meha rojiya Remezanê de zêdetirî 30 hezar pakêtên xwarinê li welatiyên hejar belav kir. 

Wî her weha got me gelek xwarinên fitarê jî ji bo wan kesên ku rojiyê digirin amade kirine. 

Ehmed bal kişand ser wê yekê ku armanca sereke ya Weqfa Alîkariyê ya Barzanî ew e ku ne bi awayekî demkî, çareseriyeke kûr ji bo arîşeyên welatiyên kêmderfet pêşkêş bike û got:

 “Ji bo vê yekê jî di çarçoveya bernameya NÛJÎN ya ku bi hevkariya Kurdistan24 di meha Remezanê de tê weşandin, gelek malbatên kêm dahat bûne xwediyê malên xwe.”

Mûsa Ehmed tekezî li ser wê yekê jî kir ku Weqfa Alîkariyê ya Barzanî li gel hevkarên xwe dê bê cudahî xizmetguzarî bo hemû welatiyan berdewam bike.

Roja sêşem 04.03.2025an Weqfa Alîkariyê ya Barzanî projeya “Giyanên Kurdistanê” ragihand ku di qonaxa yekem de zêdetir ji 3 hezar zarok û di qonaxa duyem de jî zêdetir ji 11 hezar zarok dê jê sûdê wergirin.

Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.